Ha werin rojê, li me sitar û jiyan e. Bihar e, Bihara Mezrabotan e, Wey belê îro, kurd û ereb û ermen û aşûr û sûryan û turkmen li hev civiyane Şahiya xwebûnê ye, dîlan e Awazek tê ji rojava Şoreşa kurdistanê ye Xemla wan bi torîn e Cenga wan şewqa rojê ye Roj li Rojava hilberî Genim, simbil rabû ser, êdî Ked û heyfa, salên zorî Li bin dera gela raperîn Nasnake benda serdestî Diherike ber bi azadî Va ye îro nûjen dibe Dîroka resen Kurdîstanê Pêşkevin em serfirazin milletê kurdî Yan mirin em dê bibînin, yan jîna kurdî Ax milletê kurdî, ax milletê kurdî Biheşta welatê jînê Nirxê mirovahî canfîde Bi tîna evîna rojê Xweserîya hebûnê saz dibe Lê dide dilê Kurdistan Bi rihê cangorîyên dozê Pêl bi pêl mezin dibe Diherike şoreşa viyanê