Kishore Kumar Hits

Agit Işık - Çîroka Wê Bayê текст песни

Исполнитель: Agit Işık

альбом: HEZ


Were runê şêrîn esmerê
Hal û hewalê xwe ji te re bêjim
Tê bîra te serê sibê
Hênikayîya dar û bera ciwanîyê
Li hewş hêlîkan
Sivik bû jîyan
Bi me ra dihejîya
Xwîyna me li neqeb û banî dikelîya
Raxistî li ber me dinya fire û zelal
Ne hewce bu roj li rukê me bida
Ramûsanên bêminet xwe li me dipêça
Roj dan peyhev sal winda bûn
Nav mij û dumana vê bajarê mam
Jîn bu lehî hat xezebê
Hêvîyên kolanan da berxwe û çû
Li rê stran vedam
Mêvan lê hat û çûn
Dawîya bi serê xwe mam
Bi kar û barê dinya staram nebû
Kevok danî ber şibak naa çênebû
Nav bîranînên şîlo li xwe gerîyam
Aqlê'm li bayê wê sibê û li te ma
Were runê şêrîn esmerê
Çawa'm ji te re go hal û hewal ev e
Îcar tu bêje
Keremke bêje
Gelo hê li wir î?

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Lawje

Исполнитель