Feryad û sed ax û eman, lê lê ciwanê Ez ketime ber êş û belan, lê lê ciwanê Feryad û sed ax û eman, lê lê ciwanê Ez ketime ber êş û belan, lê lê ciwanê Heyfa evî emrê ciwan, lê lê lê ciwanê Min daye ber derd û kulan, lê lê lê ciwanê Heyfa evî emrê ciwan, lê lê lê ciwanê Min daye ber derd û kulan, lê lê lê ciwanê Derda di dil min dane şax, lê lê ciwanê Nîsan li min bû wek Tebax, lê lê ciwanê Derda di dil min dane şax, lê lê ciwanê Nîsan li min bû wek Tebax, lê lê ciwanê Mêrga dil û can çilmisî, lê lê lê ciwanê Hişkbûne hewdê sorgulan, lê lê lê ciwanê Mêrga dil û can çilmisî, lê lê lê ciwanê Hişkbûne hewdê sorgulan, lê lê lê ciwanê Hişkbûn li dil mêrg û çîmen, lê lê ciwanê Teyr û tilûr qet lê neman, lê lê ciwanê Hişkbûn li dil mêrg û çîmen, lê lê ciwanê Teyr û tilûr qet lê neman, lê lê ciwanê Îro ji wî baxê bilind, lê lê lê ciwanê Awaz û dengê bilbilan, lê lê lê ciwanê Îro ji wî baxê bilind, lê lê lê ciwanê Awaz û dengê bilbilan, lê lê lê ciwanê Şalûl û bilbil û qaqlîbaz, lê lê ciwanê Qumrî û quling, şahîn û baz lê lê ciwanê Şalûl û bilbil û qaqlîbaz, lê lê ciwanê Qumrî û quling, şahîn û baz lê lê ciwanê Tev jê firîn derketine der, lê lê lê ciwanê Ma warê bûm û qertelan lê lê lê ciwanê Tev jê firîn derketine der, lê lê lê ciwanê Ma warê bûm û qertelan lê lê lê ciwanê