Di nav du cendirmên tirkan Di nav du cendirmên tirkan Dibirin pîrekî kurdan Sûçê pîrê dayika şêra Sûçê pîrê dayika şêra Çima şêrê xwe li çiya Birin pîrê ji gund dûr xistin Hovîtiya xwe li darxistin Cilê pîrê tev qetandin Porê sipî hilkişandin Ay hawar hawar hawar hawar Pîrê digo hawar hawar Pîrê digo hawar hawar Van bê bavan canê me xwar Pîrê digo hawar hawar Pîrê di got hawar hawar Van kedxwaran canê me xwar Pîrê kûr kûr dinaliya Pîrê kûr kûr dinaliya Rondik ji çavan dibariya Cerg û dil li pîrê helîya Cerg û dil li pîrê helîya Çavê xwe gerand li çîya Pîrê got lawo bi heyran Ev dujminê mîna hovan Berxwe bidin wekî şêran Me xelas kin ji van halan Ay hawar hawar hawar hawar Pîrê sed tiv li jînê anî Pîrê sed tiv li jînê anî Got ev însanetî kanî Pîrê sed tiv li dinê anî Pîrê sed tiv li dinê anî Got ev însanetî kanî Got ev însanetî kanî Got ev însanetî kanî