Bira Huseyîn Di şevek lal de û reş tarî Ta xatir ji me xwest li dû xwe hişt derî Sal û wekt buhurîn û dem zivirî Çerxa felekê li ser serê me gerî Ax bira Huseyn cigera min Ax bira Huseyn hevalê min Tu berxê dayka min şêrê gelê min Dibêjin rojek meha havînê Dîsa destxwînen artêşa romê Te hiştine di nav gola xwînê Te kirine mêhvanê vê dinê Ax bira Huseyn cigera min Ax bira Huseyn hevalê min Tu berxê dayka min şêrê gelê min Rêçên te li dora çemê Munzurê Bêhna te ji çiyayên Dersimê Çavê min li te digerin her derê Bê te jiyan ne xweş wek mina berê Ax bira Huseyn cigera min Ax bira Huseyn hevalê min Tu berxê dayka min şêrê gelê min