Kishore Kumar Hits

Nizamettin Ariç - Hesîko Enstrumantal текст песни

Исполнитель: Nizamettin Ariç

альбом: Zînê


Lo Mîro, Mîro, Mîrê mîrano!
Ji kerema xwe serê xwe rake ji gorê
Ji bajarê Shamê berê xwe bide Kurdistanê
Bibîne êsh û janê
Li Helebçê, li Behdînanê
Li Hekaiyê, li Mehabad û Wanê
Bûne pergende li pêsh çavên cîhanê
Lo Mîro, Mîro, Mîrê mîrano!
Ji kerema xwe hespa xwe ẍar ke vê carê
Li welatê Kurdan jehr û axû dibarê
Neyar dîn bûye har e
Ne zarokan û ne pîran dizane
Shewitand xakê Kurdane
Bajar û gundên me tune bûn talan e
Lo Mîro, Mîro, Selaheddîno!
Ji kerema xwe wîne bîra xwe Hittînê
Xortên Kurdan berên xwe dabûn mirinê
Canfîda bûn ji bo Filistînê
Ji bo musilmanên vê dunê
Gelê me weqa da û hîn didê
Îroj li me rabûye fermane
Ji welatên musilmanan nahê dengekî dostane
Pirsa Kurdan li mezatan dihê firotane
Lo Mîro, Mîro, Selaheddîno!
Ji kerema xwe rabe binihêr li meydanê
Li gelê te dîsa rabûye fermana nemanê
Axü bi ser bajar û gundan da berdane
De hayê li min rebenê Xwedê hayê
Xewa min li warê ẍurbetê nahê
De hayê Sellaheddînê Eyûb hayê
Ji dilê tiji agir bang dikime li Kurdane
Lo Kurdino hishyar bin dîsa ferman e
Yan hûn ê destan dirêje hev 'kin yan neman e
Welatê we yek e navê xwe Kurdistan e
Yan hûn ê rizgar 'kin bibin xwedan nav û shane
Yan jî didomîne zordariya bêbextane
De hayê li min rebenê Xwedê hayê
Xewa min li warê ẍurbetê nahê
De hayê mîrê mîrano hayê

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Êş

2015 · альбом

Похожие исполнители

Reşo

Исполнитель