Tîp û lekên Kurd diketin zinaran Li hawîr bimba, tim gule baran Erîş dibin ser komên neyaran De rabe ser xwe, kurê min rabe De rabe ser xwe, bavê min rabe ♪ Şev ta sipîdê me nîne qet xew Cîhan li ber min tev bûye rew rew ♪ Rêbat nexwenî, çi bêjî mêkew? De rabe ser xwe, kurê min rabe Bavê te çû şer, şêr e li meydan Êrîş dibin li ser Îran û Tûran Destê xwe dan hev Mikrî û Lûran De rabe ser xwe, kurê min rabe ♪ Eger mezin bû, divêm bixwênî Rewşa cîhanê tu xweş bibênî Ji nû tu karî dijmin derênî De rabe ser xwe, kurê min rabe De rabe ser xwe, bavê min rabe ♪ Keç û kurên Kurd, hemû şîyar bin Ji bo serbestî hemû li kar bin ♪ Ji hev re dost bin, dijî neyar bin De rabe ser xwe, bavê min rabe Dijwar e dijmin, Tûran û Firs e Gernas û mêr be, ji wan netirse Sibê şîyar bû, li min nepirse De rabe ser xwe, kurê min rabe ♪ Bizane xwendin ji bo me derman Da ku bizanin qanûn û ferman Derxin ji bo me van tirs û şerman De rabe ser xwe, kurê min rabe De rabe ser xwe, bavê min rabe ♪ Şêx û melan em tev kirine derwêş Ew bû du sed sal em bûne berbêş ♪ Bav bêne kuştin, nemênî ev êş De rabe ser xwe, bavê min rabe Mir û perest im bi rengê Cegerxwîn Serbest bijîn tev, ne wek Mem û Zîn Jîna serbestî dibê me ev jîn De rabe ser xwe, kurê min rabe ♪ Dijwar e dijmin, Tûran û Firs e Gernas û mêr be, ji wan netirse Sibê şîyar bû, li min nepirse De rabe ser xwe, kurê min rabe De rabe ser xwe, kurê min rabe