Ar girtiye qurm Û li dorê dileyize Çi kiribû Çi bû gunehê dara berû? Ar girtiye qurm Û li dorê dileyize Çi kiribû Çi bû gunehê dara berû? Bi min re wê jî şer nexwestibû Bi min re zarokan Bi min re kulîlkê Û wê qîza xama... Ku, li dû min stûxwar ma Û bendî... Rondik herikîbin şer herikand Û xwîn pijiqand pelê kulîlkê Ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê Hij ma li milkê Ramûsan li milkê... Xwezî, lewitîn di kirêtiyê de Û şer dizî ji me xewnên mîrekî Li gundekî em Li herêmekê Dujmin bûna jî malê me pev dima Neyariya me nedigiha qewmekî Kengî bûya lev dihatin Em eydekê Erefatekê... Bi ya helbestê min kir Bi ya helbestê Û min guh da bilûra şivên Û min guh da bilûra şivên Hij min aland li destmalek vên Hij min aland Ramûsan min veşartin li geliyekî Ramûsan min veşartin li geliyekî Ramûsan min veşartin li geliyekî