Kishore Kumar Hits

Mehmet Atlı - Morî Mircan текст песни

Исполнитель: Mehmet Atlı

альбом: Morî Mircan


Nazik e nazenîn e
Xwînşêrîn xemrevîn e
Xapînok e şemamok e
Bêhnxweş e Zînê
Min dît nedît min jê hez kir
Ro bi ro min jê hez kir
Him himbêz kir him jê hez kir
Serxweş im Zînê
Ez heyrana wê navê
Wê bejnê wê xwezayê
Zirav e, gulav e, bedew e Zînê
Dengê min jê dilerize
Dilê min vêra zîz e
Nazdar e, kubar e, sozdar e Zînê
Zînê Zînê delalê Zînê
Kewa gozelê xezalê Zînê
Ez ji te ra, ez ji te ra bimrim Zînê
Zînê Zînê şêrînê Zînê
Morî mircanê rengînî
Mizgîn î tu mizgîn î
Ronîya min î

Zînê Zînê delalê Zînê
Kewa gozelê xezalê Zînê
Ez ji te ra, ez ji te ra bimrim Zînê
Zînê Zînê şêrînê Zînê
Morî mircanê rengînî
Mizgîn î tu mizgîn î
Ronîya min î

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Diyar

Исполнитель