Gûliyên dara dil şikestin, birîndar im wey Birîndar im wey Ev heft sal e li benda te mam, ne dildar im wey Ne dildar im wey Hemû bajar di xew ve çû, ez hişyar im Diyar diyar geriyam dîsa di hepsa te de mam Di hepsa te de mam Ezman şîn e dinya min tarî Rûyê'm bi ken e, dilê'm bi girî Dem bihurî, dinya guherî Ez di cî de mam Ez di cî de mam Xwezî tû'j xwe'r dilşa bûyî, lê ez poşman im wey Ez poşman im wey Nizanim li kû me, bê zeman û bê ziman im Bê ziman im Li dûr jî li welat jî ez biyan im Stran stran naliyam dîsa bi êşa xwe ve mam Bi êşa xwe ve mam Dinya xweş e lê bi min na Bihar hatiye ji bo min na Min dil da te min rû da te Çima bi tenê mam? Dîsa bi tenê mam?