Xalxaloka çema Şemamoka lema Te ha ji xwe nema PÊT ket kul û xema Gulyazê lîlozê Lêv şekirê bozê Berê min da dozê Çi dikê hema Çavên te yî spehî Du biskên şê şehî Rondik ji min lehî Hew nas dikim şema Ez xortekî rind im Riya gel naberdim Xwînê didim merdim Divêm reqs û sema Gulîstana min kanî Kê bir û neanî Rojek wê bê şanî Her tişt dibê hema Ev Peyvên helbesta Dr. Feyzullahê Xiznewî hatiyê nivîsîn, ji hêla Dr. Rênas Piştî destûrdayîna helbestvan, niv îskar û Fîlosof Dr. Feyzullahê Xiznewî, ku nazenavê wî PÊT e.