Kishore Kumar Hits

Xelil Xemgin - Buka Cihane текст песни

Исполнитель: Xelil Xemgin

альбом: Zend


Welate min tiwî bûka cîhanî
Hemî bax û bihuşt û merg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek sêrîn û rind û pir ciwan î
Serî taca Selehedîne Kurdî
Enî roj e di birca asîmanî
Du birhen te kevane Rusteme Zal
Du zulfên te ji tîren qehremanî
Riwe te agirê Zerdeşt û Mezdik, ji te hestir û şeraba kemûranî
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir, zimanê te ji benda seyda yê Xanî
Çehna te guhên çudî û Hebler, qirik eywan û taxa Kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevîsta, memik ferfûr em tî de neqşî manî
Du destên te tixûben tirk û iran, hero cenga bi tîrên zervişanî
Ji sînga te bi jer de gelyê Laleş, ziyaretgeh e bo me her zemanî
Bi nişan û bi nan û xwîn rijandin, me dest girt û qelen da û tu anî
Serî û pa û zend û bazin tev bi hine, hemî sor in ji renge erxewanî
Bi te em şa nebûn ev bû du sed sal, ji me denge tivengan çûye banî
Bira law û bavû ap û pismam li ser te hev dikuştin di renge pehlew anî
Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer, dihatin hev li meydane beranî
Bi talan û bi kuştin, hem bi sohtin, me kone şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa, kirin wêran sera û bire û xanî
Li alîkî te deng û cang û halane, li alîkî te sedayê xewse sanî
Ay ay ay ay
Du derdên me hebûn, dijwar û xedar, xizanî yek ewe di her nezanî
Weke şêr û piling em diçûn hev, pener rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan, bi zîvarî, belengazî û şivanî
Here bûkê pepûkê jare mestê, li ser sînga te zava man biyanî
Te reş daye serê xwe her li ser me, li rokê dibî pîroz kitanî
CEGERXWÎNê kurê te her dinale ji ber jana xizanî ewa din jî her nezanî
Welate min tiwî bûka cîhanî
Hemî bax û bihuşt û merg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek sêrîn û rind û pir ciwan î
Serî taca Selehedîne Kurdî
Enî roj e di birca asîmanî
Du birhen te kevane Rusteme Zal
Du zulfên te ji tîren qehremanî
Welate min tiwî bûka cîhanî
Hemî bax û bihuşt û merg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek sêrîn û rind û pir ciwan î
Serî taca Selehedîne Kurdî
Enî roj e di birca asîmanî
Du birhen te kevane Rusteme Zal
Du zulfên te ji tîren qehremanî

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Name

1997 · альбом

Ax

2008 · альбом

Похожие исполнители

Zozan

Исполнитель

Cejno

Исполнитель