Lê lê bûkê lê rindikê lê lê gewrê rabe rabe Çava kilke xwe li bake şêrîn bûkê Dilê bûkê tike tike xema neke zava pake Lezke lezke, haydê lezke lê lê bûkê narîn bûkê Bûkê delalê raber xwe karker Xemla xwe girêde li bejna xwe dake Şûşa miskê bi serê xwe dake Zava şêrîne li xortekî pake Bûkê delalê raber xwe karker Xemla xwe girêde li bejna xwe dake Şûşa miskê bi serê xwe dake Zava şêrîne li xortekî pake Ev çi bûke ke çelenge xêlya bûkê reng û renge Def û zirne girme girme çima ji we naye denge Werin bigirin vê govendê bigerînin li nava gundê Bûkê derxînin derenge bêhna zava gelek tenge Bûkê delalê bûka Kurda yî Wek şemamo ka li nava werza yî Çendî şêrîn î tu, çendî hêja yî Tu ezîza ber dilê zava yî Bûkê delalê bûka Kurda yî Wek şemamo ka li nava werza yî Çendî şêrîn î tu, çendî hêja yî Tu ezîza ber dilê zava yî Dawet xelas, cil û palas herkes çû mal ref bi refe Bû ditirse û dilerize dilê bûkê tike tike Zava dîne, bê îmane bûk delale, pir şermoke Mal ava kirin bi kedê sed pîroz û mibarek be Bûkê delalê tu xwe negirîne Hêstirê çavên xwe bes nebarîne Dilê dayika xwe lê tu ne êşînî Zava ciwane lê pir xwîn şêrîne Bûkê delalê tu xwe negirîne Hêstirê çavên xwe bes nebarîne Dilê dayika xwe lê tu ne êşînî Zava ciwane lê pir xwîn şêrîne