Roj diçû ava Dikişand tirejên xweyî zêrîn Girê mezin derbasdikir û digiha yê biçûk û awir divedan Car carna radiwesta li pişt xwe dimeyzand Hêdî hêdî xwe diveşart û dikete bextê girê tirban Go were şevê tarîke ji xwere erd û çol û ezman Mi go şevê tarîke ji xwere erd û çol û ezman Min jî da rê ji dugirê Min berê xwe dida Nisran nisran Şevê bandikir min Go ho tu min nabê mêhvan Şev dikenî dirahişte heyvê û çend sitêrka bi sênga xweve daleqand Digo nexwe gelek xeman Piştî tarîyê wê bibê ronî wê herin ew kulên teyi giran Lê min dixwest ji şevê bi pirsim Gelo wê domkê heta kengî ev dem û dewran Kete navbera min û şevê de Ewrina Reş û tarî û dest pê dikir dibû teyrok û baran Min bandikir şevê Şevê, şevê, şevê Şevê, şevê, şevê-ê-ê-ê êy şeva min Hey lê bavo bavo Wey wey esiro bavo esiro bavo Ho lo bavo lo bavo hoy hoyi