Kishore Kumar Hits

Ciwan Haco - Bilûra Min текст песни

Исполнитель: Ciwan Haco

альбом: Bilura Min


Bilûra min a şîrîn
Tu di sariya sibê de û hingûra êvarê de

Hevalê bêhevalan
Destbirayê şivan û dilketiyan î
Dengê te hêstirên dilê xemgînan
Silava ji hev veqetiyan
Girîn û zarîna dilketiyan
Tîne bîra min
Bilûra min
Tu yî xemrevîna terkeserên dinyayê

Dengê bilûra min
Çiya û zozanên bilind in
Kaniyên bi gul û rihan dorgirtî
Guhê şkeft û serê zinaran
Guhdarên te ne, bilûra min
Û sira bayê xerbî
Te di nav pelên darê de digerîne
Bilûra min
Were em ê bi wî çiyayê bilind re bi hewa kevin
Bibin cîranê bayên xurt
Hevalê kimtên wan yên bi mij û dûman
Tê de dengê xwe berdin
Zarîna dengê me bikeve nav kortal û geliyan
Û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne
Pêlên ava heftrengên xemzebaz
Nalîna me bigehîne deşta Sirûç û Dîyarbekirê
Û kalîna berxan tev şehîna hespan
Li me vegerînin
Bilûra min
Bilûra min, bilûra min, bilûr, bilûra min, bilûra min, bilûra min, bilûra min, bilûra min

Bilûra min, binêre û bibihîze
Roj çû ava, stêra êvarê bû geş
Kolosên çiyan ên gewr
Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn bûne çûn;
Û pêlên ava şevên reş
Ketine deşt û newalan
Heta rûyê gir û kepezan di Qeraca de
Kevir piyê şevgera dixapîne
Û bêdengiya şevê de
Pêjna lingên mêrxasan tê.

Bilûra min
Dengê xwe berde dinyayê
Mîna zarokekî berşîr
Ket dergûşa xwe dengê xwe berde
Bilûra min û jê re bilorîne, bilûra min
Xema wê birevîne, bilûra min tu yî xemrevîna terkeserên dinyayê;
Û li rohelatî dema ko dinya hişyar dibe
Ji xew radibe, ji me re strana azadî û serbestiya Kurdistanê binehwirîne
Û dengê wê stranê, bila mîna tîrêjên rojê pak û zêrîn bikeve nav dil û guhên me, bilûra min,
Tu yî xemrevîna dilketiyên welêt

Bilûra min, bilûra min, bilûra min, bilûra min
Bilûra min, bilûra min, bilûra min

Bilûra min

Bilûra min

Bilûra min, bilûra min

Bilûra min

Bilûra min

Bilûra min, bilûra min

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Deng

2023 · альбом

Похожие исполнители

Bajar

Исполнитель

Aynur

Исполнитель