Kishore Kumar Hits

Ciwan Haco - Ev Jiyan текст песни

Исполнитель: Ciwan Haco

альбом: Ev Jiyan


Zivistan bi ser me de hat
Dibare berf û baran
Rojên xweş û ronahî
Li me kire taristan
Pelên dara me zer bûn
Ji ser û bin hilweşand
Ba û bagerr li me rakir
Em tev bêcihûwar man
Ev jiyana pir xedar
Li serê me dike ferman
Li serê me dike ferman
Dinalin dibêjin lo lo
Digirîn dibakin wax
Dibakin dinalin lo lo
Digirîn dibêjin wax
Her kesî di cihê xwe de
Mal û mewdanên xwe berdan
Li welatê biyaniyê
Her kes dimîne perîşan
Go ez ne li cihê xwe bim
Jiyan ji min re nabe eman
Nan û dewê welatê min
Xweştir e ji sifra siltan
Nan û dewê welatê min
Xweştir e ji sifra siltan
Dinalin dibêjin lo lo
Digirîn dibakin wax
Dibakin dinalin lo lo
Digirîn dibêjin wax
Hey wax eywax eywax
Eywax eywax eywax
Dinalin dibêjin diqêrîn
Eywax eywax eywax
Hey lo eywax
Dinalin diqêrîn dibêjin
Hey lo eywax

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Deng

2023 · альбом

Похожие исполнители

Bajar

Исполнитель

Aynur

Исполнитель