Sira sibê li ba bû Dara hewerê veciniqî û şiyar bû Tevziyek da xwe tevziyek kûr Rahişit bilûrê danî ser dirana Ji sedsaliyên dûr û kezeba kûr stra Ji sedsaliyên dûr û kezeba kûr stra Ji sedsaliyên dûr û kezeba kûr stra Ji sedsaliyên dûr û kezeba kûr stra Kaniya bin dara hewerê Bi dengê bilûrê re nehwirand Hêstir werwirand melûl melûl Hêstir werwirand melûl melûl Dilê heyva ji kovanên xwe re Kerî bi kerî kezext û dirand Dilê heyva ji kovanên xwe re Kerî bi kerî kezext û dirand Bilbilek firî ji hêlînê Çû danî li guliya gulê Xançeyan mijand ji pêrîsa xwe Berda dilê wan xurîyê Dilop dilop niqutî xurî Niqut niqut niqutî xurî Dilop dilop niqutî xurî Niqut niqut niqutî xurî Dilopa paşî de şeveq beyan bû Ji bilûrê hîs birî kanî xayis ket Binê kema gulê bilbil ji can bû Binê kema gulê bilbil ji can bû Jîneke nû destpêkir bi sira sibê Şeveq zelal xuza xuyan bûn Jîneke nû destpêkir bi sira sibê Şeveq zelal xuza xuyan bûn