Ew perdeya reş û tarî Ko ji çavên reş û diyarî Min ji ruwê xwe kişand Li ber çavê xwe çirand Avêt paş sed çiyayî Nava hezar dergayî Min gemera guhê xwe bi zemzemeke nû şuşt û Mîkrobên canê xwe bi dermanekî kuşt Ew kufeyka tûfeylî, ko dil dil de diçirî; Min kodê de rakir hêlîna wê xirabkir û belavkir Li rojên derbasbûyî, li rastiyên kevnara, Li hevalê neheval cara pêşî silavkir Ew zingara di mejî, ko mejiyê min dimijî, min bi kêrê Xeritand û bi agir şewitand û paqijkir; paqijkir serê Xwe, min avêt ji derdê xwe bi çavekî bêperde bi guhekî Bêgemar; di bin ser rêka teze bi mejîkî bêzingar, êdî bi Dîtina xwe, bi bihîstana xwe bi vana xwe, bi mejî û bi Rêveçûna xwe jî, ez bûm însanek nû, perestekê oleke nû û di bajarê dil de min avakir, keleheke nû