Dûr neçe heval Na na tu dûr neçe Dûr neçe heval Na na tu dûr neçe Zemherî tofan e Bahoz û boran e Xew şêrîn e, na heval Zemherî tofan e Bahoz û boran e Xew şêrîn e, na heval Dilê min niha bîra ji agir e Vêdikeve bi evînê Wek axa welatê min û rih dide canê min Lê çima sar dibe laşê te? Wek hêstirek çavê min Û wekî berfa Zagrosan Dûr neçe heval, na na tu dûr neçe Veke çavan lo! Dizanim, xew şêrîn e Lê rabe! Nobedariya man û nemanê ye, rabe Vaye binêre berbangê avît dîsa Roj derdikeve agir li çîyayan pêdikeve Vaye bibihîze, dengê ava kû diherike Dengê dilê kû dihele Dengê dilê kû dihele Rabe, serî rake Biqîre û çavan veke Rabe, serî rake Biqîre û çavan veke Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêviya me nêze heval Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêviya me nêze heval Dizanim, belkî tu jî dizanî Her bihar xwe ji nûve dixemîlîne Li Zap, Çûkûrca, Colemêrg û Hakûrk Niha serî rake, çavan veke û biqîre Wek stranek azadiyê û wekî stranek aşîtiyê Heey Egît! Bazên çîyayê Colemêrgê Dûr neçe heval, na na tu dûr neçe Ji her bêhnekîde hezar car dişewite cîger Vaye binêrê, hevalên te bablekanê dileyizin Û zanibe, benda te ne niha Dema serkeftinê ye niha, rabe Rabe! Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêviya me nêze heval Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêviya me nêze heval Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêviya me nêze heval