Dikim nakim te ji bîr nakim Bi şev bi ro, qet xew nakim Bi stran û bi beytên xwe Nikarim pesna te bikim Çi qas wesfan li te bidim Nikarim pesna te bikim Wey Dilberê çi delalî Xweşî û rindî ji te dibarî Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî Pesna te dikin li dîwanê Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî Pesna te dikin li dîwanê Ji Dêrsimê heta Wanê Xemilî tev mêrg û kanî Newroz e gel çû seyranê Pîroziya min û te kanê Welatê min bûka cîhanê Dem hat bigrin em dîlanê Wey dîlberê çi delal î Xweşî û rindî ji te dibarî Cegerxwîn, Elî Herîrî Bo te dinivîsin dîwanê Cegerxwîn, Elî Herîrî Pesna te dikin li dîwanê Hezar spas li dê û Bavan Rehme li wan kal û xalan Bo te dimrin xortên kurdan Qet heyfa te bi wan nayê Bo te dimirî Ali Baran Qet heyfa te bi min nayê Wey Dîlberê çi delal î Xweşî û rindî ji te dibarî Hejar û Melayê Cizîrî Bo te dinivîsin dîwanê Hejar û Melayê Cizîrî Pesna te dikin li dîwanê