Kishore Kumar Hits

Rewşan - Bavê'm текст песни

Исполнитель: Rewşan

альбом: Live Session, Vol. 1


Dema bavê min hîn sax bû
Şevek ez çûm cem, dil bi pirs bû
Min got bavo xelk dibên hûn mihacir in
Bê ax û qad û bê mal in
Ka metên me, pismamên me
Ka rez û dehl û darên me
Radimûsim herdû destên te
Qey tune bû sêv û gêlasên me
Bavê min got wer keçkoka min
Ez kalekî heftê û heşt sal im
Got kê dîtiye kalê bi guhar
Kê dîtiye pîra bi xirxal
Emir diçe weke par û pêrar
Em teyrên xerîb koç dikin hercar
Emir diçe weke par û pêrar
Em teyrên xerîb koç dikin hercar
Min go bavo qet neçûme welat
Nedîtime qet berfa sibat
Şevên dirêj, çîrokên civat
Nelîstim pêncok û xar û kaf
Ber derê xelqê weke xerîb
Bê dost û yar û bê hebîb
Rojek bê tirs û bê pirsan
Nebûm mêvana ap û xalan
Destê min girt, xist destên xwe
Got yê koçber, feqir û jar e
Got kê dîtiye kalê bi guhar
Kê dîtiye pîra bi xirxal
Emir diçe weke par û pêrar
Em teyrên xerîb koç dikin hercar
Emir diçe weke par û pêrar
Em teyrên xerîb koç dikin hercar
Ka rezên me
Ka darên me
Ka metên me
Ka pismamên me
Ka rezên me
Ka darên me

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

TOV

2020 · альбом

Похожие исполнители