Kishore Kumar Hits

Rewşan - Taxa Filla текст песни

Исполнитель: Rewşan

альбом: Live Session, Vol. 1


Ne min go ji te re em neçin
Taxa van filan
Wer' dîyarê werdekan
Wer' dîyarê werdekan
Çavên bi kilan
Memkê wana sêv in
Wek' top û gullan
Welle wê ji me bibin
Bille wê ji me bibin
Meheba dilan
Çend car min got ji te re
Em neçin taxa wan
Bejna wan zirav in
Bejna wan zirav in
Mînanî hêlan
Kenê wan dirijin
Ji dev û lêvan
Welle wê ji me bibin
Bille wê ji me bibin
Ax, dîn û îman
Hin ji wan cotecot in
Hin çareçar in
Hin ji wan qêy bi dost in
Hin ji wan qêy bi dost in
Hinek bi yar in
Hin ji wan rûkê wana
Sêva ser dar in
Hin ji wan min çinî, hişt
Hin ji wan min çinî, hişt
Hinek min xwarin
Ax, min rûkur kirin
Simbêla berdan
Tu ji min bawer bike
Tu ji min bawer bike
Bike bêguman
Çi dîn, îman hebû
Ew jî min berdan
Tizbiya destê min jî
Tizbiya destê min jî
Ma li taxa wan

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

TOV

2020 · альбом

Похожие исполнители