Kela kela germa havînê Tene bi gelaş û limin bi strîn e Ro dijware pir bi tîne Erd qelişî şax şax dane Xwîdan hat xwar dilopanî Av çirabe em tî mane De em barkin herin zû axê Tene hur bû hat bar kirin şane şîyand şeqil kirin Deyndaran deyn û dû rakirin Efare ma ji min û te ra Tu ûrt reş ma lé bu guman Cotkarê min ka keda salan Zarok tazî man bircî man Deyn gerek bu, kesî neda Mal barkir û berda berîya Sondek xwe xwar venegerya Ger tu here serê derya Tu tum karkerê barê giranbi Lê daxwazî çîye Ger sed salan tu şivan be Ger sed salan tu gavan be Heftê salan tu cotkar be Tu tim birçî û li ber derîyan be Le tu bira şivano Cîye te goma miyano Ger tu jî sed salan şivan bi Tu carna têrbe, geh bê nan be Le hun kesen liber deriyê axa Hun xulamin ji bo axa Lew ji we re dibejin tirşikçî Peyên teşt ü tebaxa