Kishore Kumar Hits

Sivan Perwer - Tirba min çêkin li Kurdistanê текст песни

Исполнитель: Sivan Perwer

альбом: Hevalê Bar Giran im


Dilo ez bimrim dilo hewar li vê buharê
Li vê buharê dilo heyran li vê buharê
Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê
Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê
Hêsir li çavê min xweş in û meş in weke baranê
Weke baranê dilo heyran weke baranê
Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê
Milkê Kurdan e dilo heyran milkê merdan e
Tirba min bikolîn dilo hewar li milkê bavê
Milkê merdan e dilo heyran milkê mêrane
Dilo wez bimrim dilo hewar li vê payîzê
Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê
Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê
Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê
Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê
Bira azadîyê bira hewar bi merd û cezê
Tirba min bikolîn dilo hewar li gulistanê
Li gulistanê dilo heyran li gulistanê
Tirba min bikolîn bira hewar li gulistanê
Li gulistanê dilo heyran li gulistanê
Dilo ez bimrim dilo hewar li zivistanê
Li zivistanê dilo heyran li zivistanê
Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê
Wek goristanê dilo heyran wek goristanê
Emê îmrastkin dilo heyran di dibistanê
Di dibistanê dilo hewar di dibistanê
Tirba Şivan hûnê çêkin li Kurdistanê
Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê
Tirba Min bikolîn dilo hewar li Kurdistanê
Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Diyar

Исполнитель

Kawa

Исполнитель