De lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gernas û mêrxas divê tu negrî Şênî ku sax bin nema tu bimrî De lorî lorî kurê min lorî... Bavê te kuştin dayik bi gorî, de lorî Gernas û mêrxas divê tu negrî, de lorî Şênî ku sax bin nema tu bimrî, de lorî De lorî lorî kurê min lorî... Dujmin bi top û firok û leşker, de lorî Bombar diman kir welat li her der, de lorî Hilweşandin tev mizgeft û dîwar, de lorî Kûr kûr dinalin jar û birîndar, de lorî De lorî lorî kurê min lorî... Zar û zêçên Kurd pir têne kuştin, de lorî Dexl û rez û pez tiştek nehiştin, de lorî Tazî û birçî kir banger û berf, de lorî Wan venaşêrin van şikeft û berqef, de lorî De lorî lorî kurê min lorî... Dayîk bi heyran serê de lorî, lorî Kurê min lorî... Li ser zikê xwe diçin bi mestî, de lorî Hin dest û hin pê, hin ser şikestî, de lorî Di şevreşan de gernas e rêber, de lorî Şêrê brîndar dema diçin Şêr, de lorî De lorî lorî kurê min lorî... De negrî Kurê min, negrî. De lorî lorî kurê min lorî... Bavê te kuştin dayik bi gorî Gelê hişyar e gelek giha ye Gelê hişyar e gelek giha ye Tiving bi dest e li ser çiya ye Tiving bi dest e li ser çiya ye Şêr û piling in hawîr dibazin Şêr û piling in hawîr dibazin De lorî lorî kurê min lorî... Bavê te kuştin dayik bi gorî De lorî lorî kurê min lorî... Bavê te kuştin dayik bi gorî De lorî lorî kurê min lorî... Bavê te kuştin dayik bi gorî Bi xwîn nivisîn li ser zinaran Bi xwîn nivisîn li ser zinaran Livir nemaye cîyê neyaran Livir nemaye cîyê neyaran Bi qeşte dujmin qada me berde Bi qeşte dujmin qada me berde Ev der welatê gernasê Kurd e Ev der welatê gernasê Kurd e De lorî lorî kurê min lorî... Bavê te kuştin dayik bi gorî De lorî lorî kurê min lorî... Bavê te kuştin dayik bi gorî De lorî lorî kurê min lorî... Bavê te kuştin dayik bi gorî Qada me berdin ji bo me yek ser Qada me berdin ji bo me yek ser Em aştîxwaz in me navê ev şer Em aştîxwaz in me navê ev şer Em jî wekî we divên serbesti Em jî wekî we divên serbesti Ma kî dixwaze dîlî û bindestî Ma kî dixwaze dîlî û bindestî De lorî lorî kurê min lorî... Bavê te kuştin dayik bi gorî De lorî lorî kurê min lorî... Bavê te kuştin dayik bi gorî