Kishore Kumar Hits

Sivan Perwer - Bavê Fexro текст песни

Исполнитель: Sivan Perwer

альбом: Dotmam


Bavê Fexrîya qurban min got, îro dinya ewr e
Ax lo nabe sayî, hawar li min, li min rebenê
Lê li bavê Fexro derketine taqîbatê tabûra Sêrtê, bi sê alayî
Hawar li min
Gelî gundî û cîrana çima bavê Fexro ne li mal e?
Hun dibînin ode ji mêvana xir û xal e
Hawar li min, li min rebenê

Bavê Fexrîya qurba min got, ji înê, ax lo, heta înê
Hawar li min, li min rebenê
Îro sê roj, sê şev e bavê Fexro birîndar e li nav nivînê
Ez ê rabim daw û derlingê xwe hilgêvim herim hindeka xopan
Mala Erekêlê Hekîm, bêjim, hekîmo qurba sîng û berê min rebenê
Ji bavê Fexro re bike melhema devê, oy, vê birînê, hawar li min
Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min

Min got, bavê Fexro were em bi destê hevdû bigirin
Ax lo herin çîya, hawar li min, li min rebenê
Lê li min mal şewitîyê ez derbasî hêla malê bûme
Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinalîya, hewar li min
Heyf û xebîneta bavê Fexro, suwarê Gêjo, torinê mala Ezo
Birîndar bû bi sê gulên van romîya, hawar li min
Ax, emrê çûyî car din nayê, li min rebenê

Bavê Fexriya qurba min got, bi qîzanî
Pir delal bûm, hawar li min, li min rebenê
Gidî qurban wele bi bûkanî karxezal bûm, hawar li min
Bişewite mala mêrê xirab û romîyan
Çewa sala îsal pîr û kal bûm, hawar li min
Ax emrê çûyî car din nayê, li min poşmanê

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Diyar

Исполнитель

Kawa

Исполнитель