BILBILÊ DILŞADÎ Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.