KIRÎVÊ Ax de were lê were lê were lê lê... Kırîvê vê sibê w'ezê bi Çiyayê Şengalê Gola Simoqya diketim îro gelî di gelî de Di gelî de di gelî de kirîvê lê lê... Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Simoqya Li xwe kiriye kirasê sor î melesî çeka ebawî Ebadayî di serî de Xwe dabû devê gola Simoqya Mîna kevoka şînordeka Çemê Xabûrê di binî da hê kirîvê lê lê... Kırîvê w'ez ketime bextê te Tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kewan e Xwe berde pozê Şengala şewitî Tê bi şêxa Şêxê Melekê Tawis ke Were di ser derd û kulan re ramûsanekê Bi ser can û cesedê kirîvê, min, xwe de berde kirîvê lê... Kırîvê heger xêr be bila ji dê û bavê te re be Heger gune be bila sedqa serê te be Ez feqîrê we me kirîvê lê... Îcar keçikê bang kir: Kirîvo w'ezê jin im ne bi destê xwe me Qurbana te, me talan neke Ji xwe netirse, w'ez sond dixwum Bi Şêx Adikê Melekê Tawis be Hege w'ez mirim ji axa sarre me Hege ez bimînim ji rih û can û cesedê Kirîvê xwe re me kirîvo lo... De ramûsanê me keçkê Êzîdiyan Di xweşbûna sehera sibê... Di azanya melê de kirîvo lo... Sîng û berê min kara xezala Min xeşimê min dilmezê Min kevoka şînordeka Çemê Xabûrê hê kirîvo lo De mîna fîncana qehwê ferfûrî ne Dev û lêvê min mîna şekirê Amedê Di devê cuhê de kazeskirî dicîne kirîvo lo... De lo lo ax...