Kishore Kumar Hits

Sivan Perwer - Ehmedê Mala Mûsa текст песни

Исполнитель: Sivan Perwer

альбом: Sarê


Li ser bîranîna dengbilind û helbestvanê hêja Saîd Axayê Cizîrî

Ax, hey wax li min, hey wax li min, lê mala minê
Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê mala Mûsa çawa min dixwaze lê mi nadinê?
Hunê çawa bikujin xweşmêra ji bo xatirê min rebenê, xweşik jinê?
Ax, hey wax li min, hey wax li min lê mala minê
Heyfa çavên reş û belek dibînin îro, ax ketinê

Ax dayê, Ehmedê mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
Tesbîhê destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehrebar e
Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ez ê bêjim: "Ew e mêrê bi sed mêran e."
Ew nemerdê Ehmedê min bikuje, hawar, ew e ji bera gur û rovî lê xayina ne

Ax dayê, pêre hate cejn û îda lê vê qurbanê
Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê di dîlanê
Salihê pismamê min bang kir, got: "Te por kurê were binêr, Ehmedê mala Mûsa birîndar e li aliyê, lê, di eywanê
Gava ez çûm bi çavê serê xwe dît, hawar e dayê dilê min şewitî, lê agir danê
Hey wax li min, hey wax li min, lê mala minê
Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, îro lê ax ketinê

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Diyar

Исполнитель

Kawa

Исполнитель