Gur ketê nav pezê me, xwarin kar û berxên me Diz kete nav xana me, talan dike mala me Fesat ketin nava me, bi hevxistin kûlfetê me Dijmin kete qada me, percekir welatê me Ker kirine hesê me, teng kirine dinya me Dane ser me navê xwe, bo em bimînîn kolê Dixwin hemu keda me, aha eve hale me Daxwaziya me, em bibin dewlet Dibejin hûn nebun millet li dinyayê millet neman Bê azadî û bê dewlet ji bilî me Kurdan Dibejin dîroka we nîne Farisî ne Erebî ne. Yan Tirkî ne û li hevketîne bin geha we qet çî nîne Dibejin rêziman nîne Zazakî ne Kurmancî ne Soranî ne Loranî ne yan Gorî ne ka Kurd ki ne? Ne li ser yek mezheb û dîne Îslamî ne Xrîstiyanî ne Zerdûştî ne Yahûdî ne Alawî ne û Sunî ne. Gelê mino, dile mino, bi felsefe Derewên neyar xwe nexapîne Ew kesen xwîna mîrovan birjîne Dîn û îmane xwe çî nîne Çî gav gelê kurd berbî rojen azadîye Dice birakujî dest pe dike Gelê kurd dîsa jar û perişan Bindest dibe, xerabûn kesekî xelas nake Aha evîn qom û beren me ha eve gelê kurd. Zebarî û Mizurine, Dostkî. Sîndî u Berwarî ne Hewramî û Babaî ne, got û Berkî u Berzencî ne Hekarî û Erdelanî ne, gor û sor û Zengenî ne Şikakî û Begzadî ne, Remî, Elkî û Zîlanî ne Pencînarî û Sîlîvî ne, Bertî, Jirkî û Reskotî ne Omerî û Canbegî ne, Mîlî, Sexî û Keregecî ne Sînemîlî û Berazî ne, Mutkî, Hesenî û Heydarî ne Kawi, Hackî û lolo ne, heryek dijmine yekî ne Ya star ya hawar Bê lome bê Newê serê çi kesî Gelê kurd! Her şêxekî ereba, her eşîrek Efrika Her pêreka Tirkan xwe qebûl dikin millet dibin dewlet Lê ji bo çil milyon kurd nîne maf û edalet De hers bikin ne sekînin bixebitin û bixwînin Tovê jînê biçînin eme mafe xwe bistînin Ger hûn bikin xîret ji ser xwe rakin zor û illet Em millet in bibin dewlet