Çi bû çi nebû Wa êşek nû bû Kevnar bû Ji kevnarên berê Wêran bû Wa xemên min Pê re ar, pêre har bûn Bênav bû Bê zar û bê ziman bû Nas bû
Lê dîsa jî Ew wenda bû ♪ Ez nexşeyek lal im Dibilînim, dinalim Li havînekê kerr im Zîz im, lal im Westiya û bêhal im Malwêranek im ez Xewnekê dibînim Û li ber siya wê Dinyayekê dilerizînim Nepirsin vê sibehê Navê êşa min Sozdar e ♪ Ez nexşeyek lal im Dibilînim, dinal im Li havînekê kerr im Zîz im, lal im Westiya û bêhal im Malwêranek im Xewnekê dibînim Û li ber siya wê Dinyayekê dilerizînim Nepirsin vê sibehê Navê êşa min Sozdar e. ♪ Kom bû, bû derya Mezin bû şax veda Bûye ar, bûye serma Zivistan Wa xemên min Li bexçe tov vedan Alan dan Ji tavê ew Ew bê par ma
Lal ma Ji tavê ew Ew bêpar ma ♪ Gotin koçerek mirî Xewnekê dibîne Û li ser axa sar Xeman dipeyivîne Dibêje û dibîlîne Malwêranek im ez Destê min vala ma Bûme hevalê bay êvaran Mêvanê mêvanan Gotin koçerek mirî Xewnekê dibîne Û li ser axa sar Xeman dipeyivîne Dibêje û dibîlîne Malwêranek im ez Destê min vala ma Bûme hevalê bayêêvaran Nepirsin vê sibehê Navê hişbûna min Sozdar ma...