Li ser axa bav û kalan Hêvîyên min bûne binçav Ramanên min girtî ne Va ne jîyan ne mirin e Tu jî jîyanek azad û Bi rûmet ra ... Strana jîyan e ken û Axînek kûr bilorîne Birînê tu, çend sal berê Pîne kir, ez ketime rê Ji teyran ra bû hêlîna derdan Êş û nalîn hat tev serda Jîyan xweş e berxika min Navê mirinê çiqas sar Umrê min xewneke şevê Ez î kalim tu stuxwar Ez ne dîn im ne dîn im Ez ne dîn im, ne dîn im Evîneke veşartî Di dil da digerînim Li Çarçira dar da bûm Zîlanê gûlle baran Li başûr Leyla bûm Helepçe û ... AXÎN... Ez ne dîn im ne dîn im Ez ne dîn im, ne dîn im Evîneke veşartî Di dil da digerînim Birîna dilêm kevin e Dezî dilêm qetîye Evîna min ji min çû Bi ava binûxmîne. Em ne dîn in...