Kishore Kumar Hits

Rotinda - Carcela текст песни

Исполнитель: Rotinda

альбом: Naygotin


Dimeşî dimeşî, naqedin çîya
Pir bilindin Zagros, bi qasî xweda
Kurêjaro, Govendê, Cîlo û Çarçela
Sê perçên Kurdistan digêhêjin hev li vira
Ne Îskender ne Tîmûr ne ereb ne fars
Desthildarî nestandin li ser wan çîyan,
Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî,
Hilkişîyan Zagrosan, ji bo azadî
Ne Îskender ne Tîmûr ne ereb ne fars
Desthildarî nestandin li ser wan çîyan
Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî,
Hilkişîyan Zagrosan, ji bo azadî
Qonaxa şêrwananî tu Çarçela,
Nav girê Zagros da ya herî delalî.
Çîroka Çarçela pir bi jane,
Çarçela wek çar perçê Kurdistane.
Çar demsal Çarçela, bi berf di xemilî,
Bihuşta Zagrosan tuyî Çarçela.
Wek pola, hêlîna hevalani,
Diparêzin gerîla, bijî Çarçela.
Zagros cîhê zayîya mirovahîyêye,
Pîroze li wir jîyan, pir kevne dîrok.
Rengîne xweza li wir, bi xeml in zinar,
Şanzdeh hezar çîçek dijîn ser Zagrosan.
Rengîne xweza li wir, bi xeml in zinar,
Şanzdeh hezar çîçek dijîn ser Zagrosan.
Ne Îskender ne Tîmûr ne ereb ne fars
Desthildarî nestandin li serê wan çîyan,
Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî,
Hilkişîyan Zagrosan, ji bo azadî.
Ne Îskender ne Tîmûr ne ereb ne fars
Desthildarî nestandin li serê wan çîyan,
Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî,
Hilkişîyan Zagrosan, ji bo azadî
Qonaxa şêrwananî tu Çarçela,
Nav girê Zagros da ya herî delalî.
Çîroka Çarçela pir bi jane,
Çarçela wek çar perçê Kurdistan e.
Çar demsal Çarçela, bi berf di xemilî,
Bihuşta Zagrosan tuyî Çarçela.
Wek pola, hêlîna hevalani
Diparêzin gerîla, bijî Çarçela.

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Lawje

Исполнитель