Îşev civanê me ye Bêjin keçikê bila bê Li nav bexça rê heye Em ê vexwin şerabê Em ê rûnin li banî Masa me li jor danî Da ko nebe xûyanî Şêrînê mahîtabê Em ê rûnin li banî Masa me li jor danî Da ko nebe xûyanî Şêrînê mahîtabê Dîlber ku hate ba me Nazdar û meş xeram e Wê bi destê xwe da me Şîra ji nav lêvan de Perde ji ser xwe bavê Guhdêra saz û avê Awir da dil ji çavê Wê dînê mal xirabê Perde ji ser xwe bavê Guhdêra saz û avê Awir da dil ji çavê Wê dînê mal xirabê Cam û qedeh me li hev dan Sed maçê min ji dev dan Sîng û memik me tev dan Bêhn ji misk û gulavê Şêrînkenê giha min Wê zû destê xwe da min Mîr û padîşaha min Şêrînê wek xuşabê Şêrînkenê giha min Wê zû destê xwe da min Mîr û padîşaha min Şêrînê wek xuşabê