Kishore Kumar Hits

Yahhya - Gulî Sorê текст песни

Исполнитель: Yahhya

альбом: Dereng


Min ji te hez kir û ji ba
Ji baranan ji dengê mezrîban
Şevên sayî û siba
Ez û tu li bin dara tûyan
Gava tu dikenî ji min ra
Li çardeya heyvê her şevan
Gulîsorê gulîsorê
Te digot çi min digot erê
Xwelî li serê xwelî li serê
Te me guherî bi kêrê
Piştî fena ko te li min kir
Roj bi roj min li xwe zêde kir
Ew tîra ku te li dil da
Min kir têşî û pê rêsîn kir
Min ne şîn danî
Min ne gazin kir
Min daqurtand bi kulman agir
Gulîmarê gulîmarê
Tu bi tenê ma li bin wê darê
Dinya dewran e û bi dorê
Tu hat jibîrkirin bibore
Gulîsorê gulîsorê
Xwelî li serê xwelî li serê
Gulîmarê gulîmarê
Tu hat jibîrkirin bibore

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Lawje

Исполнитель

Harun

Исполнитель