Kishore Kumar Hits

Jan Arslan - Medyarê текст песни

Исполнитель: Jan Arslan

альбом: Xewrevîn


Xewna zarokatîya min
Dotmîra çirokek winda bû, ew.
Carna Tê şeva min
Dibê mêvanê xewna min
Keç a Medya, Medyarê
Dîsa şeh kiriye por
Nergîz kom bûne li dor
Evîn dibarîne ji jor
Bi ser min Medyarê
Bi ken digire destê min
Azadîyê dide min
Azad dike dilê min
Azad dike xewnê min
Medyarê
Naxwazim şîyar bibim
Ji vê xewna şêrîn,
Na! Naxwazim.
Xewna te ji min re bese
Çibikim ji vê jîna teres
Xatir dixwaze ji min
Agir dibare bi ser min
Bi ken digre destê min
Dibêje; ezê dîsa werim
Berê xwe dide rê
Keça Medya, Medyarê
Winda dibe ji ber çavan
Medyarê
Şîyar dibim ji xew
Vedigerim jîn a derew

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Rodi

Исполнитель