Kishore Kumar Hits

Zakaria Abdulla - Bonus Track - Kurdistan текст песни

Исполнитель: Zakaria Abdulla

альбом: Rojgar


(Gwêt binê be doll û sîney çiyatewe hawar eka!)
(Her hemûman le sengerî pêşewedayn ey Kurdistan)
(Lerrêy toda her le rîzî pêşewedayn ey Kurdistan)
(Bûnî ême bûnî toye, bûnî êweş bûnî ême!)
(Bûnî ême bûnî toye, bûnî êweş bûnî ême!)
(Jiyanî to, azadî to yeksane be mergî ême)
(Jiyanî to, azadî to yeksane be mergî ême)
(Jiyanî to, azadî to yeksane be mergî ême)
(Kurdistan, Kurdistan)
Çon denewêy? Ke baban û badînant legell da ye!
Dar û berdî germyan û hewlêreket legell da ye!
Çon denewêy? Ke Efrîn û Mihabadit legell da ye!
Xellk û hozî lay Qamîşlî û Mardîneket legell da ye!
(Kurdistan, Kurdistan)
Swênd be Newroz, be raperrîn, swênd be mêjûy sedan salle
Swênd be rûbarî koç û xwêna, be azadî sedan salle
Le yad naçî ey Kurdistan, hemîşe to le dillmanay
Wek henase le gerûdaye, hemîşe to le bunmanay
Xem netgirê, lê nagerrêyn em beharet bisûtênin!
Carêkî tir dillî sedan daykî şehîd bibirjênin!
Kurdistan
Hizir nekey dê lê mînî!
Her dê xewna pê ve bînî!
Hizir nekey dê lê mînî!
Her dê xewna pê ve bînî!
Serê Garey her ave ke
Tu warê min naçêrînî
(Serê Garey her ave ke)
(Tu warê min naçêrînî)
Çi Eskender, çi Zeynefûn
Li berî we li vêre peyda bûn!
Çi Eskender, çi Zeynefûn
Li berî we li vêre peyda bûn!
Welatê me lê bû agir
Hemû tevde, revîn û çûn!
(Welatê me lê bû agir)
(Hemû tevde, revîn û çûn!)
Her çê ke bo me pîlana
Dê agehdar kem şivana!
Her çê ke bo me pîlana
Dê agehdar kem şivana!
Rêwas gaz diket ez û tu
Pêkve naçî çi dîwana
(Rêwas gaz diket ez û tu)
(Pêkve naçî çi dîwana)
(Ser hellbirre, wa reşebay xencerî Kurd dinyay tenî!)
(Rollekant herwek hello wa sinûrî dinyay tenî!)
(Îtir billên: ey Kurdistan destêwerdan çon zat eka?)
(Dem û lêwî pêkenîn û jiyanî to qufil bika!)
(Jiyanî to, azadî to yeksane be mergî ême)
(Jiyanî to, azadî to yeksane be mergî ême)
(Kurdistan, Kurdistan)

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Daye

2001 · альбом

Похожие исполнители

Diyar

Исполнитель

Kawa

Исполнитель