Kishore Kumar Hits

Yunus Dişkaya - Gulê текст песни

Исполнитель: Yunus Dişkaya

альбом: Kamiran, Vol. 1


Ne tîr ne xencer bû
Ne mar û ne ejder bû
Bihna Gulê ez kuştim
Ne şûr ne şeşder bû
Ne kanî ne robar e
Dinê êvar û sar e
Rûyê Gulê ez kuştim
Erd evraz e û xwar e
Dinê bêdeng û zer bû
Û tirba min li der bû
Çaven Gulê ex kuştim
Ne êriş bû ne şer bû
Çiya berf û dûman e
Gul û sosin ne mane
Rengê Gulê ez kuştim
Yê dimire beran e
Gulê bêdil û bêcan
Gulê hakim û sultan
Sînga Gulê ez kuştim
Gulê rovî û şeytan
Gulê bêdeng û bênaz
Gulê bêkir û awaz
Dengê Gulê ez kuştim
Gulê govend Gulê saz

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Lawje

Исполнитель