Ax bê Sêda, bê Sêda,
Horînga di nava libsê de,
♪
Tiberka di nava kasê de,
Gezoyê li ser xûsê de,
♪
Sêda, Sêda, ax Sêda,
Ruhê di ber vê nefsê de.
♪
Ax bê Sêda, bê Sêda,
Wê dimeşe tê bi rê de,
Qey bê pencê royê da,
Gulbaxan'im bal pê da,
Ji rohilat wê ji wê de,
Mal - roava, ew çûyê de.
♪
Ax bê Sêda, bê Sêda,
Wê sekiniye hewşê de,
♪
Qam û qanatî di rewşê de,
Di nava kêf û eşqê de,
Ez di xeyal û xemê de,
Qet li min nehate rehmê de.
♪
Ax bê Sêda, bê Sêda,
Xasxanima di qesrê de,
Çav di kilê Misirê de,
♪
Bedena zer di kesrê de,
Turiş nakim herimê de
♪
Ax bê Sêda, bê Sêda
Av î, ava di tasê de,
Di nava bûz û pûsê de
Ezî tîngê di vêsê de,
♪
Hatim avê, ax Sêda
Te jehr û kul li dewsê da
♪
Ax bê Sêda, bê Sêda,
Destî te di nenasê de,
♪
Ketim ciyekî hasê de,
Bûm girtîngê nefsê de,
Zar li min lal bû di dewsê de,
Tap nema di vê nefsê de,
♪
Bibêjim, Sêda, ax Sêda,
Kul û birîn dax Sêda
Поcмотреть все песни артиста