Kishore Kumar Hits

Yunus Dişkaya - Birin текст песни

Исполнитель: Yunus Dişkaya

альбом: Ez Kilameke Melûl im


Mêrg û zevî xirbe ne
Gund û qesr tirbe ne
Mêrg û zevî xirbe ne
Gund û qesr tirbe ne
Bilbil mirî gul mirî
Ne rez maye ne tirî
Bilbil mirî gul mirî
Ne rez maye ne tirî

Ken vemirî girîn ma
Derman çû birîn ma
Ken vemirî girîn ma
Derman çû birîn ma
Keçik çû kezî ma
Û aheke rizî ma
Keçik çû kezî ma
Û aheke rizî ma

Mêrg û zevî xirbe ne
Gund û qesr tirbe ne
Bilbil mirî gul mirî
Ne rez maye ne tirî
Ne gul û ne kulîlk man
Ne parîz û gulistan
Ne dengê xweş ne meqam
Pê ve ji ah û întîqam

Çavên bûkan bi hêstir in
Kund digirîn distirên
Ne pez mane ne şivan
Ne bilûr û bilûrvan
Gelî, çîya guwah in
Ne xulam in ne şah in
Deşt û newal bi xwîn in
Dîroka me dixwînin
Ken vemirî girîn ma
Derman çû û birîn ma
Keçik çû û kezî ma
Û aheke rizî ma
Ken vemirî girîn ma
Derman çû û birîn ma
Keçik çû û kezî ma
Û aheke rizî ma

Rêl û dehlik bûne zer
Zevî bûk in kezîzer
Xwelî bûne xerabe
Yezdanê me de rabe
Bi camêrî nikarin
Bi bêbextî dikarin
Em jî ker in û kor in
Ji pira wan diborin

Ne qesr ma ne serban
Ne mîrek ma ne siltan
Ne saxî ma ne mirin
Hîmê me jî dibirin
Gulistan bû kevristan
Ber çavên Kurdistan
Alîkarê me nîne
Hêvî çirakê bîne
Ken vemirî girîn ma
Derman çû û birîn ma
Keçik çû û kezî ma
Û aheke rizî ma
Ken vemirî girîn ma
Derman çû û birîn ma
Keçik çû û kezî ma
Û aheke rizî ma

Çavê binefş heşîn e
Sosin jî ket bi şîn e
Ne gîya ma ne rêhan
Li parêzê Kurdistan
Ne ma lê lê ne lo lo
Qirik, kund, gur û eylo
Dikenin xudan saz in
Kezeba me dixwazin

Mêrg û zevî xirbe ne
Gund û qesr tirbe ne
Bilbil mirî gul mirî
Ne rez maye ne tirî
Hawar çû û hêstir ma
Nijdî mir û hêştir ma
Mamik kûr û dirêj e
"Şêr bi lepê xwe" dibêje
Ken vemirî girîn ma
Derman çû û birîn ma
Keçik çû û kezî ma
Û aheke rizî ma
Ken vemirî girîn ma
Derman çû û birîn ma
Keçik çû û kezî ma
Û aheke rizî ma

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Lawje

Исполнитель