Kishore Kumar Hits

Lawje - Newroz e текст песни

Исполнитель: Lawje

альбом: Newroz e


Derkevin kolanan Newrozê pîrozkin
Bigirin destê hev hûn aştiyê bilindkin
Derkevin koçeyan Newrozê pîrozkin
Li berkin cil û bergan biharê hûn bînin
Agirê Newrozê hilkin
Dest û çepika lêgdin
Bi tilîlî û eyhoka
Newroz e Newroz e Newroz e pîroz e
Newroz e Newroz e cejna we pîroz e
Derkevin meydanan qîrkin hûn stranan
Bêjin û bileyzin bîrkin êş û janan
Derkevin meydanan deng bidin cîranan
Bêjine werin em yêk bin geşkin rih û canan
Agirê Newrozê gurkin
Bang li dinyayê cîhanê bikin
Li welatê me Kurdan
Newroz e Newroz e Newroz e pîroz e
Newroz e Newroz e cejna we pîroz e
Derkevin ser çiyan helkin hûn xetîran
Bîranîna Kawa cejna gelê Kurdan
Li başûr û rojhilat li bakûr û rojava
Dê hûn belav bikin deste gul nêrgizan
Agirê Newrozê xweşkin
Susin û binevşan komkin
Li çiya û zozanan
Newroz e Newroz e Newroz e pîroz e
Newroz e Newroz e cejna we pîroz e

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Bajar

Исполнитель

Xece

Исполнитель