Tu dûrî ez bi tenê Çav dizanî çi derde Ha kinê rewşa dinê Dest da gûl min ne berde Were xatûna dila Gûlya berde ser mila Kezîya berde ser mila Birevîne derd û kûla Bibêje bila bila Tu halê min nizanî Ku bê te ez çawa me Bo min jîn û jîyanî Bê te, mirin û nemane Kengî zerîya zerîya Ez digerim xwezîya Herdû çav li min ron dibûn Ku bêjna te di hejîya Bi şev ez hizirvanim Ji dûrya bêjna te da Xwûdan peyv û hozanim Eşka te dîlber ne da Kinê bi lezkî, bi lezîne Pir sînoran bişkîne Bêhna pir çû gerdenê Agirê dil pê vemirîne Tu dûrî ez bi tenê Çav dizanî çi derde Ha kinê rewşa dinê