Tu bi Xwedê ka bêje min Kê dilê te hêla ye Kê zanî min tu divê Dil bi xema kêla ye Tu bi Xwedê ka bêje min Kê dilê te hêla ye Kê zanî min tu divê Dil bi xema kêla ye Kanîya bûhara dil î Yê her du çavên te ne De rabe bo min bêje Kê li min û te şêla ye Rondikê bûne hezar Axînka dilê min sot Dîyar e ji wan rondika Her yarê min firot Kê hêlatîye te girîn Cana dilê vê şêrîn Girîn ne karê te ye Çavên te rastî negot Nahêlim ji ev ro pêve Kes hêvîya te bikujî Nahêlim kes rondika Şikilê çavên te birêjî Yan kenîyê deme lêva Yan dê xwe gorî te kem Da bizanî min çend tu divê Da evîna me bêjî