Kishore Kumar Hits

Harun - Rev текст песни

Исполнитель: Harun

альбом: Rev


Di zivronekî ku dem dihêre
Asê me li kû me an bi kê re
Rihê min di tarîya erefê de
Her kî tê min vedigire ji xwe re
Yê lîstik danî
Girt ser û kanî
Kesekî nezanî em li kû ne
Çende direvim her roj wekî hev in
Xemlên tevna me winda bûne
Tîrêjek lawaz ji esmanê me
Dadide li ser hefsarê me
Û dema rastî tazî dibe
Bi carekê pê dikeve
Wer bi bayê revê
Bila tofanek rabibe ji vê revê
Bila ser û bin bibe ev kelha derewîn
Ji nîvê wê xwe birêse jîyan ji xwelîyên xwe
Û em ê bi bayê birûsk herikin rê
Di zivronekî ku dem dihêre
Asê me li kû me an bi kê re
Rihê min di tarîya erefê de
Her kî tê min vedigire ji xwe re
Yê lîstik danî
Girt ser û kanî
Kesekî nezanî em li kû ne
Çende direvim her roj wekî hev in
Xemlên tevna me winda bûne
Tîrêjek lawaz ji esmanê me
Dadide li ser hefsarê me
Û dema rastî tazî dibe
Bi carekê pê dikeve
Wer bi bayê revê
Bila tofanek rabibe ji vê revê
Bila ser û bin bibe ev kelha derewîn
Ji nîvê wê xwe birêse jîyan ji xwelîyên xwe
Û em ê bi bayê birûsk herikin rê
Zivirî bi caran
Şolî bû bîra te
Lerizî garan
Tarî bû rîya te
Yê lîstik danî
Girt ser û kanî
Kesekî nezanî eref
Wer bi bayê revê
Bila tofanek rabibe ji vê revê
Bila ser û bin bibe ev kelha derewîn
Ji nîvê wê xwe birêse jîyan ji xwelîyên xwe
Û em ê bi bayê birûsk herikin rê

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители

Lawje

Исполнитель