Çavên xwe digerînim Dîsa ez te nabînim Di xewnên şevan de ez dibînim Yarê ez xwe dixapînim Dilê xwe dixapînim Çav xezalê, were yarê... kanî soza te Dilê'm dixwest te bibîne... kanî eşqa te Ez lal dibim, ez dîn dibim ji nebûna te Sozên te dayî (tev) derew bûn, te ez hiştim di rê de Were dilê'm bexçe ye Textê te di nav de ye Evîna me tê de ye Yarê ez li benda te me Çavê min li riya te ye Çav xezalê, were yarê kanî soza te Dilê'm dixwest te bibîne kanî eşqa te Ez lal dibim, ez dîn dibim ji nebûna te Sozên te dayî derew bûn, te ez hiştim di rê de