Çend Zarokên Sêwî Man bê Xew u birçî? Çend Dayîkên Hêsîr Man bi Hesret u Hêvî? Çend Bavên dilşikestî Kir Hewar û Gazî? Çend Birînên me hene Ax Kes nikar bijmerî Bira tu hilweşî Li ber Çavê'm reş î Ne Cihê her Kes î Ji me re Sî û ne Geşî Bila tu hilweşî Li ber Çavê'm reş î Ne Rûyê her Kes î Ji me re Sî û ne Geşî Dinya Dinyayê Te me ji Bîr kirîye Dinya Dinya Dinyayê Te xwe ji Bîr kirîye Çend Keçên Êzîdîyan Firotin li Bazaran? Çend Xortên nûciwan Jîna xwe ji Dest dan? Çend nevîyên Bapîran Di Zikê Dayîka xwe de man? Çend Birînên me hene Lê kesî nekewand Bila tu hilweşî Li ber Çavê'm reş î Ne cihê her Kes î Ji me re Sî û ne Geşî Bila tu hilweşî Li ber Çavê'm reş î Ne cihê her Kes î Ji me re Sî û ne Geşî Dinya Dinyayê Te me ji Bîr kirîye Dinya Dinya Dinyayê Te xwe ji Bîr kirîye Dinya Dinyayê Te me ji Bîr kirîye Dinya Dinya Dinyayê Te xwe ji Bîr kirîye