Gotin Evîn Xweşî ye Wefa û Hevkarî ye Çi Demsal Germahî ye Her Cihê Ronahî ye Îro Emrê min xwarîye Ji min re her Neyarî ye Seqem û Dilsarî ye Cîhê Sî û Tarî ye Îro Emrê min xwarîye Ji min re her Neyarî ye Seqem û Dilsarî ye Cîhê Sî û Tarî ye Bi Dil û her du Çava Evîndar im her Gava Bi Dil û her du Çava Evîndar im her Gava Kengê Dest sor ji Hene Xwedê Mala te ava Kengê Dest sor ji Hene Xwedê Mala te ava Ez û Evîn Evîn û Ez Em negihan hev Ne bi Roj û ne bi Şev Gotin Evîn Cinet e Bihişt û tev Heybet e Hezkirinek bê Xet e Bê Deyn û bê Minet e Lê ji min re Felaket e Êş Cefa her Sihet e Jar e li Şûna Şerbet e Ji min re Dawî Qîyamet e Lê ji min re Felaket e Êş Cefa her Sihet e Jar e li Şûna Şerbet e Ji min re Dawî Qîyamet e Bi Dil û her du Çava Evîndar im her Gava Bi Dil û her du Çava Evîndar im her Gava Kengê Dest sor ji Hene Xwedê Mala te ava Kengê Dest sor ji Hene Xwedê Mala te ava Ez û Evîn Evîn û Ez Lê lê Evîn Evîn Evîn Evîn Evîn Ji Xelkê re bûyî Mal û Jîyanek Şêrîn û Zêrîn Lê ji min tenê re Derd û Ezab û Birîn Ezê bar kim pişta xwe bispêrim Diwarê Tenêtîyê gava Xewa min bê Ezê razêm li ser Balîfên Bêkesîyê Belkî Xewn de Ezê carekê Şah bim û bikenim Bibim Mêvanê Bextewarîyê Lê Evîn