HEYRAN JARO Heyran jaro Ma ne wezê'j kulikê te dimirim Hey hey hey hey, hey hey hey ho ho ho ho,hey ho ho ho ho ho Hey jaro ma ne wezê'j kulikê te dimirim Hey belê çavê reş û belek kilê siphanî nagirim Yarikê vî zemanî dev dost in Wey qelb û dilê xwe kafir in Ayy heçîkê yarikê wan kêf û kara dilê wan be, Milk û emlaka bav û birakê mirov re şêrintir in û çêtir in Hê hey jaroo ho ho ho ho De bila heyranê'm sax bê Wey belê dostika wî jî vê re ye Hey de rabe keçkokê, cahêlê vê nanpêjê Hey tu yê nanik bipêjî yek bavê ser nêva devê sêlê Ji kul û meraqê heyranîkê xwe jê Hey belê çavê xwe paqij'ke hêceta vê dukelê Hey heyyy hey hey heyy De bila heyranê'm sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re ye Hêhê hayîîîîî ax Heyran jaro Tanina Sindiya tanina Sindiya Hey hey hayê hêy Hey jaro min go ber keviya Hey belê malan bar kir reşkê reş kona, E' nizanim ne simbêlê heyranê min sortir in; Ne qirmizê ser destê keçikê van Cuhiya! Hey belê wezê heyranê xwe Cizîrê Banê Xanê nahêlim Ber gezê mêş û va pêşiyan! Wezê heyranê xwe bibim zozana Mela Mêrgê zozanê Teya Ber toz û ecacê va keriya Wezê destê heyranê xwe bigirim raserê mila Hewrexê, Min go çêrîna kew û kêvrûşk û va kûviya Hey jaro ho ho ho ho De bila heyranê'm sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re ye Hey de rabe keçkokê te keçînê Hey min go memik hêkê ser hêlînê Ma ne zozan xweş e hey delalê wez û tu biçînê Hey hey hayîîîîî axx Heyran jaro Çiyakê Cudî mi silsile û he hey hayê hey ha hoo Hey belê deştika Silopya Zaxoka Behdînan miqabil e Ay hebînîka dinya alemê pûç û betal û derewîn e Hey yê min û heyranê min jî j'eşqan û dil e Hey jaroo ho ho ho De bila heyranê'm sax bê Wey belê dostika wî jî vê re ye Hey de rabe keçkokê bejn û bal şitila wê bîşengê Hey belê mala bar kir keriya ketine wê astengê Min divê herim tewafa xala gerdena yarê Wey belê keçik vedixelê ji navtengê Hey hey hey, hey hey hey, hey hey hey De bila heyranê min sax bê haho hahoo Hey belê babo dostika wî ji vê re ye