Bi sihara sibê ra, difurî bêhnâ tenurâ, Ji kerbê welat ez mirim, xerîbî çika zorâ Roj şewq dida ser çîya, bêhna kulîlk û gîya Ji guhê min naderkevê, dengê berxik û mîya Dem û dewrana berê, nema li me di vegerê Xwezî bi wan rojê go, em siwar dibun li kerê Dem û dewrana berê, nema li me di vegerê Xwezî bi wan rojê go, em siwar dibun li kerê Xewa siha zinara, li ber hilma pelê dara Ji devê min na derkevê, ta'ma tirh û hinara Axa bi xer û bereket, dida me hezar nîmet Min çawa hişt û ez hatim, welatê weke cennet Dem û dewrana berê, nema li me divegerê. Xwezî bi wan rojê go, em siwar dibun li kerê Dem û dewrana berê, nema li me divegerê. Xwezî bi wan rojê go, em siwar dibun li kerê Bihar bi ser me de di hat, keyf û şahîya me di hat. Bi sed salê xerîbîyê, nadim rojeke welat Bihar bi ser me de di hat, keyf û şahîya me di hat. Bi sed salê xerîbîyê, nadim demeke welat Dem û dewrana berê, nema li me divegerê Xwezî bi wan rojê go,em siwar dibun li kerê Dem û dewrana berê, nema li me divegerê Xwezî bi wan rojê go, em siwar dibun li kerê