Xwedê mezin e, Evdilcebar! Dilê xwe bi halê xwe meşewitîne Tenêhî ariziyê bi Xwedê ye, Lê tu ji tenêhiya xwe re bişêkirîne. Ka bila havîn bê, Evdilcebbar! Ka şixrê bikşîne Ka gêlê bike, malava! Ka genimê sorgulî ji kayê veqetîne Dê mele bê hafa te helbet Dê şêx bê îrşadê bi îznillah Şanê axê wê li te bipirse Ha! ji bîr meke Evdilcebbar! Para onbaşî jî hilîne, Evdilcebbar! Bivê nevê ji salê carek Wê riya te bi qereqolê bixîne. Xwedê mezin e, Evdilcebbar! Mebêje "bêkes û bênas im" Ji tenêhiya xwe ya niha megazinîne.